|
Kemal Heraqî li Başûrê Kurdistanê li gundê
MilaÇepera hatiye dinê
Ji zarokatiya xwe de ji şêwekariyê hizdikir û
her hêviya wî ew bû ku rojekê ew bibe şêwekar û
êş û azarên gelê xwe bi perîka xwe li ber çavên
cîhanê rayêxine.
Kemal Heraqî di sala 2002an de ji welatê xwe
koçdike û berê xwe dide koçberiyê hêdî ew perîka
afrêner dibe penaber li kolanên Europa û di nava
tenatiyê de dijî bi hesreta welatê rojê û şahî û
govendê şêxanê tabloyên pir hêja diafirîne.
Kemal Heraqî yê ku ji kaniya kurdewariyê dinoşe
û dil bi evîna welatê rojê û Lalişa nûranî
dirêse û dinava agirê bêrîkirina MilaÇepera de
dimîne, tabloyên giranbuha bi perîka wî
dixemilin.
Hêja Kemal Heraqî, gelo destpêka şêwekariyê li
ba te çawa û kengî destpêkir?
Di salên heştêyan de çi tiştên ku min didît û di
xeyala minre derbas dibû min bi pênûsa xwe li
ser kaxezê radixist, wan salên zarokatiyê
bingeha şêwekariyê li ba min afirand û hiş û
ramanên min di bin bandora şêwekariyê de hiştin.
Gelo di destpêkê de te çi astengî û pirsgirêk
dîtin?
Weke ku tê bîra min wê çaxê şer di navbera Îraq
û îranê de hebû bavê min nedixwest ku ez bibim
şêwekar û gava wî ew tabloyên min yên ku min li
ser kaxezê çêdikirin di dîtin ew hêrs dibû û ji
minre digot dev ji vî karî berde û guh bide
xwendina xwe, wekî din jî di wan rojên şer de
xizanî jî zor bû, yanî ji hêlekê ve zor û
cefayên ku ji ber xizaniyê û ji hêla din ve
malbata ku di xwest ku berê min ji şêwekariyê
bughere û bide xwendineke din ku ew jî pê serê
xwe bilind bikin.
Lê ev hêdî dereng bû ji bo min, ji ber ku evîna
şêwekariyê biminre afirîbû û roj li pey yadin
ez bêhtir dibûm evîndarê şêwekariyê û min
paşeroja xwe di hundirê afrandinên tabiloyan de
didît.
Kak Kemal te kengî yekemîn tabloya xwe afirand?
min yekemîn tabloya xwe li ser dîwar afirand, di
Sala 1988 an de, piştî wê hêdî hêdî xelkê jî bi
germî li tabloyên min dinerîn, kesên ku ew tablo
dîtin matmayî mabûn ji hêza perîka min û dil
xweşiya xwe anîn ziman, min ew axaftinên wan
heya niha di mejiyê xwe de parstin û ji min re
bû destpêkeka zêrîn.
Bi vî şêweyî min berdwam kir heya sala notî wê
çaxê min di sala didoyê navîn de dixwend û pêre
jî min amedekariyê pêşengehekê dikir, lê hinek
ramanên dijber bûn asteng li hemberî min ku ez
vê hêviya xwe pêkbînim, min bi vî halî heya
sala 1993 ê dewamkir, wê demê min tabloyek
çêkir lê hinek li dij min derketin û şerê min
kirin ji bo vê tabloyê.
Ew çi tablo bû ku şerê te ji bo wê hat kirin?
Laliş bû û roj û tîrêjên rojê bûn, yanî li ser
rewşa êzîdiyan bû. Piştî vê dijberiyê min di
sala 1993 yan de berê xwe da Kurdistana azad ji
ber şêxan wê demê ne di nav sînorên Kurdistana
azad de bû. Ez hatim Kurdistanê bihêviya
azadiyê, bi hêviya ku ez karibim xeyalên xwe bi
azadî li ser tabloyan rayêxim, bi arîkariya
Bingeha Laliş ya Dehokê min di sala 1998 an de
pêşengehek li bexçeyê bingeha Laliş vekir, bê
goman berî hingî jî min gelek tablo ji bo
Bingeha Laliş çêkirin, ez spasiya wan dikim ji
bo wê arîkariya giran buha, bi rastî wan hêz da
min ji bo berdewamkirina şêwekariyê. hêjayî
gotinêye ku ez bêjim wê demê gelek kesayetên
Kurd yên herema Dehokê jî bi minre bûn arîkar ji
bo vekirina yekemîn pêşengeha min.
Weke ku tê bîra min, min di wan salan de hinek
tabloyên rexneger li ser rewşa êzîdiyan
afrandin, mîr Tehsîm beg jî (mîrê Ola Êzîdiyan)
gelekî ji min hêrs bû.
Kak Kemal gelo li gora te rewşa şêwekariya Kurdî
di çi astê de ye, û berê wê li kure?
Neghaye wê asta ku ez hêvî dikim, ji ber ne
gihaye wê asta ku karibe bibe melhemên birînên
gel, şêwekariyeke lewaze ji ber ku nighaye wê
asta ku karibe bibe xwediyê rexnegeriyek xurt li
ser civakê û ramyariya kurdî, ew şêwekariya ku
nikaribe rastiya pirsgirêkên gel di tabloyan de
rayêxe ber çavan, û şaşiyên rêveberên Kurd nede
ber devên perîkên xwe, ne şêwekariyeke avekara,
mirov dikare bêje şêwekariyeke pasîve,
tirsoneke, ji ber vê ez dikarim bêjim ku
şêwekariya Kurdî ne di asta hêviya min deye, lê
ev nayê wê wateya tunebûna şêwekariya Kurdî,
şêwekariya Kurdî heye lê hîn bi çarpêka diçe.
Kak kemal tu çi cudahiyê di nabera şêwekarê
Akademîk û yê ne Akademîk de dibînê ji hêla
afrêneriyê de?
Xwendina akademîk nikare tu bandorê li ser hêza
afrêneriyê li ba şêwekar bike, yanî kesê ku ne
afrênerbe xwendina wî nikare wî dinava refên
afrêneran de bifrîne, ji ber Afrênerî(ibdah) li
ba herkesî peyda nabe lê xwendina akademîk
herkes dikare xwe bighîniyê. Xwendin di warê
naskirina rengan û felsefeya şêwekariyê de
dikare arîkarbe.
Kak Kemal tu ji kîjan dibistana hunera
şêwekariyê dinoşe?
Dibistana Siyrelî, lê min li ser hemî dibistanên
şêwekariyê xwendiye, ya herî nêzîkî rih û hestên
mirovan dibistana siyrelyî ye, tabloyên vê
dibistanê bê destûr li têlên dilê merov dixin û
dibin mêvanê hestên mirov, ev dibstan
dibistaneke kevne lê ew ya herî şêrîn dimîne li
ba dilê merov.
Gelek mamostreyên vê dibistanê hene weke
silvador dalî ku yek ji gewretirîn mamosteyê vê
dibistanê ye. (şêwekarekî îspanî ye)
Çima te bi teybetî ev dibistan hilbijart û ne
yeke din?
Ev dibistan nêzîkî hestên civaka Kurde, herkesê
ku lê binere dikare bi hêsanî têbighêje pêwist
nake ku zêde xwe pêre bêşîne ji bo xwe bighîne
wateya tabloyê. Weke mînak ya tecrîdî ez dibêjim
hîn zuye ku civaka me têbighe û karibe ji nerîna
van tabloyan zewqê bigre, gelo çend prosent ji
gelê me wê karibe bighêje wateya tabloyeke
tecrîdî, ez bigomanim ku ev hijmar pirbe.
Ez ne li dijî dibistanên dinim û ez rêzê ji
dibistanên din jî re digrim, lê ya nêzîkî hestên
min ya Siyreliye, pêwiste şêwekar rastiya hestên
xwe li ber çavan rayêxe.
tu çawa paşeroja şêwekariya Kurdî dibînî?
Wê hinekî din jî bi çarpêka here û nîv nivistî
bimîne, pêwistiya me bi rexnegiriyê heye ji bo
şêwekariya Kurdî karibe li ser lingan bimeşe,
pêwiste şêwekarên Kurd wêrek bin di karê xwe de,
û azad bin di ramanên xwe de, bi vî şêweyî emê
karibin şêwekariya Kurdî bihêz bikin.
Tu qala rexnegeriyê dikê gelo rexnegerî dinav
kurdan de peydebuye?
Bi yek gotinê na.
Kak Kemal sazîbûn ji bo şêwekarên Kurd tê çi
wateyê? Pêwistî bi
sazîbûnê heye?
Erê pêwistiya me bi sazîbûnê heye, lê emê çawa
destpêbikin? Ev zore, ji ber ez li Eurupa gelek
sazî û komeleyan dibînim mixabin bi erkên xwe
ranabin, min di tabloyeke xwe de ew komele û
sazî rexnekirine, ji ber weke ez wan dibînim
nekirkêrin, zêde serê xwe bi pirsgirêkên gelre
naêşînin, ji ber vê her roja ku diçe navbera wan
û gel ferhtir dibe. Li van welatên azad du
komeleyên ku karibin bihevre karbikin
tunene(Komeleyên Êzîdiyan) gelo em şêwekar emê
çawa karibin saziyekê damezrînin û herkesî aşt
bikin?. Gava ku şêwekarên Kurd karibin
Komeleyekê ji bo xwe damezrînin berî hertiştî
pêwiste li ser armanc û şêweyê rêvebiriyê
biaxifin, û mînakan ji sazî û komeleyên heyî
bigrin destên xwe, ji bo karibin saziyeke birêk
û pêk damezrînin.
Kak Kemal li gora te mercên pêşxistina
şêwekariya Kurdî çine?
1.Berî hertiştî pêwiste şêwekarê Kurd bi xwere û
bi armanca xwere rastbe.
2.Xwedî hêz û vîneke bilndbe ji bo ku karibe
tabloyên wêrek biafrîne.
3.Perîka
di destê şêwekar de pêwiste di gera xwe de azad
be û ji filan û bêvanan netirse.
4-gava şêwekar tabloyekê biafrîne pêwiste civaka
xwe li ber çavan bigre û ji birînên wanre bibe
melhem.
Gelo şêwekar Kemal Heraqî kîjan şêwekarî ji
xwere dike mînak?
Şêwekarê Îspanî Silvador Dalî, pêşengek ji
pêşengên dibistana Siyreyeli ye.
Weke kurd?
Mixabin Min ew şêwekarê ku mirov karibe ji xwere
bike mînak hîn nedîtiye, dibe ku hebin lê min
nedîtine.
Kîjan Sêwekare yê ku Kemal herqî ji Tabloyên wî
raziye?
Gelek hene lê yê ku dilê min hênik dike şêwekarê
Kurd Dilşad Naif e û ez dibînim ku paşerojeke
bironî li benda wî ye, ew ji xelkê Dehokeye.
Mixabin ev çend salin ku min û kak Dilşad hev
nedîtiye.
Gelo Kemal Heraqî wê kengî vegerê Welatê bav û
kalan? Yan jî penaberî qedera wî ye?
Bawerke laşê min li vire û rihê min li Lalişê
ye, lê ez dibînim ku ew roja ku em bê tirs
vegrin welatê xwe hîn nehatiye, hîn jî metirsî
li ser civaka êzîdî heye û weke ku hûn jî
dibînin roj bi roj cîwarên êzîdiyan li
Kurdistanê vala dibin, ne tenê li Başûr li
perçeyên din jî, ev jî mixabin û hezar car
mixabin hebûna vê Ola kevnar dike nav metirsiyê.
Kak Kemal çi pirojeyên te ji bo paşerojê hene?
1.xewna mine ku tabloyeka min bighe Lover parîs,
ew mezintirî mozyome û tabloyên gelek
hunermendên navdar li wir hene.
2.xewna duwemîn ewe ku ez panoramekê çêkim û
nave wê jî bikim panorama Êzîdiyan.
Kak Kemal di dawiya vê hevpeyvînê de tu dixwazî
çi ji xwendevanên mere bêjî?
Ez spasiya we dikim ku we ev derfet da min ku ez
dîtinên xwe bighînim xwendevanên we, û bi
taybetî jî hatina te ji bo pêşengeha min,
moralekî mezin daye min, wekî din ez bihêvîme ku
li her devera ku Kurd lê hebin ez pêşengehên xwe
li wir vekim,
Ger xwestek hebin ez her dem amedeme ji bo gelê
xwe.
Dubara ez spasiya te dikim bo vê hevpeyvînê.
Kak Kemal ez jî spasiya te dikim ku te ev wextê
xwe yê giran buha bi mere parvekir û hêvîdarim
ku ew perîka te ji gera li ser tabloyê neweste û
nêzîktrîn dem xewin û xeyalên te pêk werin.
Xebat Şakir
09.10.2008 Celle/ Elmanya
xebatchaker@hotmail.com
|